Piştî çalakiya gerîla Balafirgeha Leşkerî ya Amedê tê girtin

Piştî çalakiya hêzên hewayî ya HPG’ê Balafirgeha Leşkerî ya Artêşa Tirk a Amedê tê girtin.

Navenda Ragigandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 19’ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan yên hewayî li dijî Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Amedê bi du balafiran çalakî pêk anîn û di encama çalakiyan de teqînên mezin li balafirgehê rû dan.

Walîtiya dewleta Tirk ya Amedê îro bi daxuyaniyekê diyar kir wê balafirgeh 24’ê Gulanê bê girtin û mehekê girtî bimîne.

HPG’ê duh ragihand ku 20’ê Gulanê jî li Êlihê li Navenda Kontrola Balafirên Bê Mirov ya dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî binkeyên helîkopteran 3 çalakî hatin kirin.

Back to top button