ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 142’AN DE YE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hezaran kes di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bûye sembola çalakiyê ev 142 rojin di grevê de ye.
Her wiha tevî hemû zext û zehmetiyan jî zêdeyî 7 hezar girtî çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Bi pêşnegtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li zindanê di 8’ê Mijdara 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorvger despêkir.

Çalakiya Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 142 roj in didome.

Li zindanên dewleta tirk a dagirker koma despêkê jî çalakiya xwe di roja 104’an de didomînin.

Ji 1’ê Adarê ve jî zêdeyî 7 hezar girtî li zindanan di çalakiyê de ne.

‘NE JI BO ME, LÊ JI BO XWE LI BER XWE BIDIN’

Yek ji girtiyên 104 rojin di greva birçîbûnê de ye Hamza Dogrûl ê li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvrî girtiye.

Hamza bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe kir û ev peyam da:

“Bedela wê çi dibe bila bibe emê çalakiya xwe dewam bikin.

Dog- rûl bi rêya malbata xwe bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha behsa biryardariya xwe kir:

“Ev berxwedanek fedaiye.

Di şexsê Rêber Ocalan de, tecrîdeke pir girankirî li ser civakê heye.

Hêviyên me ji gelê me, şoreşger û demokratan hene. Ne ji bo me ji bo xwe li ber xwe bidin.”

Her wiha li derveyî girtîgehan jî çalakî dewam dikin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 27, Tayip Temel û Murat Sarisaç jî 22 rojin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe dewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 83.

Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 73,

Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 82,

Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 31 roj in di greve de çalakiya xwe li malê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button