Di nava sê mehên dawiya 2021’an de wê Hindistan S-400 ji Rûsya bigre

Rûsya ragihand ku wê di nava mehên dawiay 2021’an de, sîstema parastina esmanî ya S-400’an bide Hindistanê.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan Interfax parve kiriye, peymana 5 milyar dolarî ya Hindistanê ku 2018’an bi Rûsya re kirî, wê di sê mehên dawiya 2021’an de bibe xwedî S-400’an.

Rûsya jî ragihand ku ew ê li gorî dema hatî diyarkirin S-400’an radestî Hindistanê bikin.

Demekê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA hişyarî dabû Hindistanê ku mûşekên Rûsî nekire û Hindistan jî heta demekê ev yek pêk di anî.

Beriya niha Tirkiye jî mûşekên S-400’ên Rûsya kirîbû.

Di serî de DYA, hemû endamên NATO li dijî vê yekê bertek nîşan dabû.

Back to top button