Bi rojeveke dagirtî piştî demeke dirêj careke din li Brukselelê wê bicivin

Lîderên welatên Yekîtiya Ewropayê wê li Brukselê bi rojevek berfireh, ji rewşa Rojhilata Navîn bigire heta derketina Covid-19, ji Rûsyayê bigire heta koçberî û guherîna avhewa bicive.

Civîna Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) wê 24-25 Gulan de pêk were.

Ev wê bibe cîvîna yekem ku piştî Kanûna 2020’an heta niha bi awayekî rûbirû pêk hatî.

Di civîna lîderên YE de, lîsteya rojeveke tije li pêşiya wan heye.

Weke beriya niha, rewşa Rûsya, têkliyên navbera YE-Îngilistanê û rojeva rutîn ya Covid-19’an heye.

Lê di dostaya li ser maseyê de aloziya li Rojhilata Navîn ya bi şerê navbera Îsraîl û Filistînê re cihê xwe girt.

Di demeke ku beşek welatên YE wekî Awusturya, Sloveniya û Macarîstan piştevaniya Îsraîlê dikin, Fransa û Almanya hewil didin ji bo domandina agirbestê bixebitin.

YE jî beriya niha di daxuyaniya xwe ya dayî de, ji ber êrîşa mûşekî ya Hemasê ew şermezar kiribû û êrîşên Îsraîlê jî weke mafê parastina rawa binav kiribû.

Back to top button