Ji bo daxistina buhayê goştê mirîşkan kurkgehek li Hesekê hate vekirin

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Lawirvaniyê, îro li bajarê Hesekê yekemîn kurkgeha mirîşkan vekir.

Bi armanca daxistina buhayê goştê mirîşkan û hêkan, îro li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Hesekê kurgeheke mirîşkan, hate vekirin.

Kurkgeh dê her 21 rojan, 17 hezar û 150 cîcik derxîne.

Di merasîma vekirina Kurkgehê de, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo axivî û tekez kir ku armanca wan a vekirina kurkehê ew e ku xizmeta gel bikin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.

Back to top button