Li Çolistana Reqayê 3 lêşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî, 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ji ber kuştina zarokekî Idlibê li ser sînor xwepêşandan li dijî artêşa tirk hat lidarxistin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, mayinek ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Medan a Reqayê çandibû, teqiya.

Hat diyar kirin di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Ji ber kuştina zarokekî Idlibê xwepêşandan li dijî artêşa Tirk hat lidarxistin

Li gundewarê Bakurê Idlibê, duh şêniyên kampên li derdora gundê Etima yê nêzî sînorê Tirkiyê xwepêşandanek li hember artêşa Tirk lidarxistin û êrîşî nuqteyên wan kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji ber artêşa Tirk beriya du rojan li sînorê xwe, zarokek bi guleyan kuşt, xwepêşandan pêk hat. Kesên xwepêşandan pêk anîn gule avêtin leşkerên Tirk yên ser sînor.

ji ber ne aramiya herêma derayê kesek hat kuştin

Li parêzgeha Dera jî, di teqîna mayînek bi erebeyek li herêma Mesakên Cilîn a gundewarê rojavê Derayê de kesek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, ji ber ne aramiya herêma Dera ya di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê, ji Hizêrana 2019’an heya niha 734 kes hatin kuştin.

Back to top button