Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 177’an de didome. Her wiha çalakiya grevê ya li Mexmûr û Yewnanistanê jî bi biryardariyeke xurt dewam dike.Li bajarê Strasboûrg a Fransayê jî çalakiya li dijî tecrîd û êrîşên li ser Başêrên Kurdistanê hatibû destpêkirin 2 hefte li pey xwe hişt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêbe APO û bidawîkirina binpêkirinê li girtîgehan bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Bi dewrgirtina koma 36’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan dan destpêkirin, di roja 177’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 156’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 139’an de çalakiya xwe dewam dikin.

Çalakiya Strasburgê ya li dijî faşîzm û tecrîdê 2 hefte li pey xwe hişt

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa-TJK-E û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa KCDK-E, pêngava”Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye; dem dema azadiyê ye’dabûn destpêkirin.

Çalakî ku bi beşdariya Kurdistaniyan pêkhat bi biryardarî di heftya xwe ya 2’emîn de didome.

Her wiha li heman qadê çalakiya Nobeda Azadiyê li dijî tecrîdê, ku ev 2 sale li ber avahiyên Ewropa bi beşdariya 78 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyê destpêkiriye, dewam dike.

Kurdên ku li Ewrop dijîn tevlî çalakiyê navborî bûn, bêdengiya li hember tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Back to top button