Projeya dirûnxaneya Arî bûye jêdera aboriya jinan

Dirûnxaneya Arî ev 7 salin ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûrî ve li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Jinên di dirûnxaneyê de kar dikin dibêjin: Ew bi vê xebatê re xwedî li keda xwe derdikevin û aboriya xwe xurt dikin.

Ji dema avakirina Weqfa Jina Azad a Sûriyê heta niha gelek projeyên wekî firoşgeh, park, dirûnxane ji bo alîkariya jinan di aliyê aborî de li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî ava kirine.

Li bajarê Qamişlo jî ev 7 sal in, dirûnxane û firoşgeha cilan a bi navê ‘Arî’ ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyê ve hatiye vekirin.

Di dirûnxaneyê de 5 jin dixebitin û di firoşgehê de jî jinek karê firotinê dike.

Jinên ku di dirûnxaneyê de kar dikin, derbarê karê xwe de axivîn.

Jina bi navê Şerîfa Zêdo ev zêdeyî 20 salan e, karê dirûtinê dike.

Şerîfe diyar kir ku ew hewl didin projeyên xwe berfirehtir bikin û bikin xizmeta jinan.

Jina bi navê Xezala Şêxmûs jî ev 2 sal in di dirûnxaneyê de dixebite.

Xezala bal kişand ser zehmetiyên kar û diyar kir ku tevî hemû zehmetiya wan karê xwe bi serxist.

Weqfa Jina Azad a Sûrî her tim projeyên cuda ji bo alîkarî û xurtkirina aboriya jinan pêşkêş dike.

Projeya dirûnxaneya Arî jî ji jinan re bûye jêdera xurtbûna aboriyê.

Back to top button