Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Swêdê hat şermezar kirin.
Li bajarê Orebro û Vasterasê yên Swêd êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê hate şermezarkirin.
Di çalakiyan de berxwedana gerîla hate silavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê gelê Kurd bibe yek û li hemberî dijmin helwesta xwe nîşan bide.
Ji welatên Ewropa û DYE’yê jî hate xwestin ku nebin şirîkên êrîşên dagirker û bi têkoşîna gelê Kurd re bin.