Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Li gundê Catê dagirker derb xwarin û reviyan

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke encamê êrişên çeteyên Tirkiyê yên li ser gundê Catê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“21`ê Gulana 2021’î di saet 02:30’an de komên çete yên dewleta Tirk, hewl dan nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê,li gundê Catê dagir bikin.

Lê şervanên Meclisê bi hemû hêzên xwe bersiv êrîşê dan û di encam de êrîş hate têkbirin, 3 çete hatin kuştin.

Yên din reviyan û çekên wan ketin destên şervanan.”

Mecilisê diyar kir ku hemwextî êrîşê, artêşa dagirker heta saet 07.00’ê êvarê bê serûber gundên Cat û Hoşeriyê jî bi çekên giran topbaran kir.

Di encamê de zeviyên çandiniyê li gundên Cat û Hoşeriye şewitîn.

Back to top button