Eniya Tirkmen: Hebûna pêşmerge li Kerkûkê berovajî desturê ye

Eniya Tirkmen a Yekgirtî ya Iraqê bi nameyekê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwest ku nehêlin Pêşmerge careke din vegerin Kerkûkê.

Eniya Tirkmen diyar kir ku hebûna Pêşmergeyan li Kerkûkê berovajî destûr û biryarên parlamena Iraqê ye.

Eniyê her wiha ji Kazimî xwest ku dosyaya ewlehiya Kerkûkê di destê hikûmeta federal de bimîne û nehêle ti aliyekî din tev lê bibe.

Jixwe berî daxuyaniya “Eniyê Tirkmen” Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefaçî anîbû ziman ku ti nêta hikûmeta federal bo vegerandina Pêşmergeyan bo Kerkûk û herêmên binakok tune ye.

Xefaçî dabû zanîn ku nûçeyên di derbarê de derdikevin, ji rastiyê dûr in.

Tê payîn îro çend serbazên Odeya Operasyonên Hevbeş a hikûmeta Başûrê Kurdistanê digel rayedarên leşkerî yên hikûmeta Iraqî yên li Kerkûkê ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê dest bi operasyonên hevbeş bikin.

Back to top button