‘NE JI BO ME, LÊ JI BO XWE LI BER XWE BIDIN’

Belê li girtîgehên dewleta tirk zêdeyî 7 hezar girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Girtî Hamza Dogrûl ê 104 rojin di çalakiyê de ye got:
“Çalakiya me ji bo gelê Kurd bangeke.
Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin.”

Yek ji girtiyên 104 rojin di greva birçîbûnê deye Hamza Dogrûl ê li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvrî girtiye.

Hamza Dogrûl ê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe kir de, ev peyam da:

“Bedela wê çi dibe bila bibe emê çalakiya xwe dewam bikin.

Dogrûl bi navbeynkariya malbata xwe bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha behsa biryardariya xwe kir:

“Tirsa me ji kesekê tuneye û em ji bo hemû tiştî amadene.

Ev berxwedanek fedaiye.

Di şexsê Rêber Ocalan de, tecrîdeke pir girankirî li ser civakê heye.

Bi rakirina tecrîdê re dê hizûr were.

Ji bilî vê bila kes ne li benda hizûrê be.”

Dogrûl, ji bo bilindkirina berxwedanê ev bang li gelê Kurd kir:

“Çalakiya me ji bo gelê Kurd bangeke.

Hêviyên em ji gelê me, şoreşger û demokratan hene. Ne ji bo me ji bo xwe li ber xwe bidin.”

Leave a Reply

Back to top button