Li kantona Gansu 21 pêşbazên Maratonê jiyana xwe ji dest da

Li kantona Gansu ya herêma Jingtai a Çînî, 21 pêşbazên werzîşa Maratona Ultrayê ji ber rewşa tund a hewayê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Çînî “Xinhua”, di bûyera Maratona Ultrayê de ku li “Daristana Çemê Zer” ya li bajarê Bayenê rû daye, ji 172 pêşbazan, 21 ji ber bayê xurt, barîna baran û zîpikan mirin û 8 jî birîndar bûn.

Ajansê ragihand ku maraton yekser hat rawestandin.

Jixwe berî niha, Ajansa “Xinhua”, ragihandibû 16 kes mirine û 5 jî wenda ne.

Niha jimara qurbanan dibe 21 kes.

Pêşbaziya Maratona Ultrayê, ji maratona fermî ya ku 42 km. û 195 mitir e, zêdetir e.

Back to top button