Rewşenbîrên Reqayê Komeleya Marî ji nû ve çalak kir

Rewşenbîrên Reqayê diyar kir ku Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jînegehê ku ji ber şerê Sûriyê hatibû rawestandin, ji nû ve tê çalakkirin.

Têkildarî mijarê, Meclisa Rêveber a Komeleya Marî anî ziman ku wan bi rêya çalakiyekê ku banga aştiyê dike, careke din dest bi kar û xebatên Komelyê dikin û dê destekê bide çand û jîngehê.

Seroka Meclisa Rêveber a Komeleya Marî Celaa Hemzawî destnîşan kir ku ew giringiyê zêde didin çand û hunerê, di nav de roman, çîrok û şano, her wiha wê muzîk û stran jî cihê xwe tê de bigirin.

Celaa got ku dê nîvisgehên komeleyê piştî civîna desteya giştî werin çalakkirin.

Back to top button