Fransayê ragihand ku hilbijartinên serokatiyê yên hikumeta Şamê ne rewa ne û ji bo aloziya Sûrî nabin çareserî. Hikumeta Şamê jî bersiv da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Agnes Von Der Mol bi daxuyaniyekê diyar kir ku “hilbijartinên serokatiyê yên ku li derve û hundirê Sûriyê tên lidarxistin ne li gorî pîvanên pêwîst in û ne rewa ne”.
Von der Mol destnîşan kir ku ev hilbijartin ji yên berê xwe ne cuda ne û dê nikaribin aloziya Sûrî bi dawî bikin.
Ajansa nûçeyan SANA bi ser hikumeta Şamê ve ragihand ku çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Şamê bersiva helwesta Fransayê da û ew bi “destwerdana derve” bi nav kir.
20’ê vê mehê, pêvajoya dengdanê ya hilbijartinên serokatiya hikumeta Şamê li derveyî Sûriyê dest pê kirin.
Fransa berevajî hin welatên weke Almanya û Tirikiyê, rê li ber rêkarên pêvajoyê negirtibû.