“Divê Komkara Erebî li hember van destêwerdanên dagirkeriyê derkeve”

Li dijî dagirkeriya Tirkî ya li ser herêma Başûrê Kurdistanê, Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Misirê Recayî Faid bang li Komkara Erebî kir ku êdî ji bêdengiya xwe derkeve. Şêniyên Kifriyê ya Germiyanê jî mixabiniya xwe ji bêhelwestiya hikûmeta Başûr û ya Iraqê anî ziman û banga derketina li dijî dagirkeriyê li Kurdan kir.

Dewleta Tirkî ya dagirker ji 23 Nîsanê ve li dijî xaka Başûrê Kurdistanê êrîşeke berfireh daye destpêkirin.

Li dijî van êrîşan, nerazîbûn û bertek Kurdî û cîhanî her ku diçe zêde dibin.

Endamê Însiyatîfa Erebî ya Azdiya Rêber Abdullah Ocalan û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Misirê Recayî Faid di vê derbarê de ji Ajansa Roj News’ê re axivî.

Recayî Faid da xuyakirin ku sûcê herî nû yê Erdogan dagirker, êrîşên li ser herêmên li jêr serewriya Iraqê ye.

Faid got ku Tirkiyeya dagirker di van êrîşan de çekên kîmyewî yên qedexekirî li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne.

Recayî Faid anî ziman ku dagirkerî van êrîşan di çarçoveya projeya zindîkirina Împeratoriya Osmanî de, li Iraq û Sûriyeyê pêk tîne û got:

“Divê Komkara Erebî li hemberî van destêwerdanan derkeve. Ti behaneyeke vê bêdengiya welatên Erebî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê tune ye.”

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Misirê Recayî Faid her wiha bang li gel, sendîka û hêzên siyasî kir ku dagirkeriya dewleta Tirkî nepejirînin û nehêlin ku serweriya Iraqê binpê bike.

Çalakvanên Germiyanê: Mixabin! Ji parlamen, hikûmeta Başûr û ya Iraqê ti deng nayê

Çalakvanên sivîl ên navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê li ser Kurdan, qonaxeke nû ya qirkirinê ye.

Çalakvanan da zanîn ne ji parlamen û hikûmeta herêmê, ne jî ji hikûmeta Iraqê, li hember sûc û kirinên dagirkeriyê ti deng nayên bihîstin.

Çalakvanan li ser vê, bang li her Kurd, hêz û aliyên siyasî kir ku li dijî dagirkeriya Tirkî serî hildin.

Back to top button