“Hikûmeta Iraqê wegirtina malbatên xwe ji Kampa Holê rawestand”

Generalên Amerîkî serdan Bakur û Rojhilatê Sûrî kiribû û geşbînîya xwe anî ziman ku dê veguhestina malbatên Iraqî ji kampa Holê encam bide. Lê li gorî Dengê Amerîka, hikûmeta Îraqê wergirtina wan malbatan niha rawestandiye.

Kampa Holê her û her bi hebûna malbatên DAIŞ’ê metirsiya wê heye.

Ji bo hikûmeta Îraqê nêzî 100 malbatên Îraqî ji kampê werbigirin, generalên Amerîkî hêvîdar in ev veger bibe nîşaneke vegerandina hemû malbatên li Kampê bo welatên xwe.

Li gel van hewldanan, radyoya “Dengê Amerîka” bi raporekê diyar kir ku hikûmeta Îraqê wergirtina malbatên xwe, niha rawestandiye.

Generalê Amerîkî li Rojhilata Navîn Frank McKenzie, di serdana xwe ya roja Înê bo Sûrîyê de, ku li gel QSD’ê kom bûbû, geşbînîya xwe anî ziman ku dê veguhestina malbatan ji kampê encam bide.

Berî niha jî gelek caran McKenzie ji ber idyolojiya radîkal a malbatên DAIŞ’ê hişyarî dabû û anîbû ziman ku dê bibin nifşê siberojê yê tundraw.

Tê zanîn, nêzî 64 hezar endamên malbatên DAIŞ’ê li kampa Holê dimînin ku piranîya wan Îraqî û Sûrî ne.

Li gorî Rêvebirên kampê, jmara welatîyên Îraqî derdora 30 hezarî ye.

Di çarçoveya serdana xwe ya rojekê de, McKenzie li gel fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî civiya.

Ebdî roja Şemîyê ragihand ku wî di kombûnê de, bi McKenzie re ewlehî û astengîyên aborî yên herêmê gotûbêj kirin.

Wî her wiha got ku wan peyamên berdewamiya hebûna hêzên koalisyonê li herêmê û hevkariya hevbeş ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hewlên parastin aramiya herêmê wergirtin.

Back to top button