“Dewleta Tirk bi qutkirina avê bi çarenûsa bi milyonan mirov dileyîze”

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk wekî binpêkirinên qanûnan pênasekir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li sûcên dewleta Tirk bîne û got; Stasyona Elok ava vexwarinê dide derdora milyon mirovên li navenda bajarê Hesekê û derdûrê wê. Lê dewleta Tirk bi qutkirina avê qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Ji sala 2014’an ve heta dawiya sala 2020’î de dewleta Tirk 13 carî ava Firatê li ser Sûriyê qut kiriye.

Ji 27`ê Çileyê borî ve rêjeya ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike ji 500 mîtrekab di saniyekê de daxist 200 mîtrekab di saniyekê de.

Ev ji bûye sedem ku gelek nexweşiyên metirsidar rûbidin.

Ne tenê ava Firatê ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di Cotmeha 2019`an de, 17 caran stasyona Elok qutkiriye.

Stasyona Elok ava vexwarinê dide derdora milyon mirovên li navenda bajarê Hesekê, navçeyên wê Til Temir, Hol, Şedadê, Erşîa û Mergeda û kampên Erîşa Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran şaxê Hesekê hiqûqnas Beşîra Cemaledîn destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku Sûriye û dewleta Tirk di 1987`an peyanek îmze kir ku ava Firatê derbasî xaka Sûriyê û heta Iraqê bibe.

Her wiha NY`yê bi derxistina qanûna 1997`an diyar dike av milkê dewletên ku têre derbas dibe ye, ev qanûn ji aliyê 103 dewletan ve hate erêkirin, lê Tirkiyê û Çînê di wê demê de ev qanûn asteng kir.

Beşîra da zanîn ku dewleta Tirk qutkirina avê mina çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne û daxuyakirin ku av dozeke stratejîke ji ber ku jêdera sereke ya çandinî û jiyanê ye û wiha domand;

“Bi rêya qutkirina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elok bi çarenûsa mirovan dilîze û bi qutkirina avê re rewşa civakê xirab dibe.

Beşîra Cemaledîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku destwerdanê bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Back to top button