Li Rojhilatê Dêra Zorê çekdarên girêdayî Îranê bac li ser cotkaran sepand

Çekdarên girêdayî Îranî li Rojhilatê Dêra Zorê bi bihaneya parastina wan, bacan li ser şêniyan disepînin.

Li ser mijarê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên bi navê El-Fatimiyûn ên Efxan li Dêra Zorê bi rêya navenda Hevgirtina Cotkaran a girêdayî hikumeta Şamê, bac li ser cotkaran ferz kir.

Li gorî çavdêriyê, çekdaran baca ku ji sedî deh berhemên çandiniyê para wan e, li ser cotkarên ji bajarê Meyadîn heta bi bajarokê El-Esibêxan sepand.

Hin serkirdeyên çekdaran bi armanca pêkanîna guhertina demografîk, avahî û erdên çandiniyê jî ji şêniyên resen kirîne.

Back to top button