Heta niha ava Çemê Firatê nehatiye berdan

Rêveberiya Giştî ya Bendavan diyar kir ku dewleta Tirk heya niha ava Çemê Firatê li ser Sûriye û Iraqê qut kiriye.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Mihemed Terbûş li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî..

Mihemed Terbûş da zanîn ku ev zêdetirî 4 meh in ku ava Firatê li ser Sûriye û Iraqê qut kiriye.

Her wiha diyar kir asta ava Çemê Firatê ya ku diherike axa Sûriyê neguheriye, ango hîna wekî dema ku hatiye qutkirin e.

Dewleta Tirk ji 27’ê Çileyê ve, ava Firatê li ser Sûriyê û Iraqê qut kiriye, ev yek jî dibe sedema karesatekê li Sûriyê û Iraqê.

Back to top button