Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 178’an de didome. Her wiha çalakiyên li Mexmûr û Yewnanistanê jî bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Bi dewrgirtina koma 36’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan dan destpêkirin, di roja 178’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 157’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 140′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Li paytexta Norwêc Osloyê çalakiyek hate lidarxistin

Bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan li paytexta Norwêc Osloyê jî çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Osloyê ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêber Ocalan name hatin îmzekirin û wê ji bo ji Neteweyên Yekbûyî bên şandin.

Back to top button