13 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Enqere yê Tirkiyê beriya sê rojan, 13 kesên dema bîranîna şehîdên meha gulanê hatibûn binçavkirin, hat diyar kirin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li Enqereyê 20’ê gulanê ji bo bîranîna pêşengê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên meha gulanê, çalakiyeke bîranînê hatibû lidarxistin.

Hêzên ked û demokrasiyê dema li Parka Tekmezarê hatibûn ba hev, polîsan êrîşî wan kiribû û 13 kes biçavkiribû.

Dema nezaretê ya 13 kesan 4 rojan hatibû dirêjkirin û di heman rojê de polîsan girtibûn ser mala 13 kesan.

Hat zanîn ku her 13 kesên ku hatine binçakirin li zindana ku lê dimînin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Back to top button