Rohanî: Heta lihevkirinekê wê danûstandin dewam bikin

Serokomarê Îranê Hesen Rohanî diyar kir ku Amerîka amadebûna xwe ya ji bo rakirina ambargoyê aniye ziman û got:
Em ê jî heta gihîştina lihevkirinê danûstandinan dewam bikin.

Hesen Rohanî îro di civînek navenda xebatên aborî de têkildarî niyeta Îranê ya dewambûna danûstandinan de axivî.

Rohanî îdia kir ku di şerê aborî yê li gel Emerîka de Îran bi serketiye û got:

Zextên Emerîka bê berhem bû.

Li Viyane bi eşkere ragihand ku ji bo rakirina ambargoyê amadene.

Em ê jî heta lihevkirina dawî danûstandina dewam bikin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf ragihand ku wê Îran dawî li alîkariya ji bo Ajansa Atomî ya ji bo lêkolînkirina navendên atomî bîne.

Di roja Çarşema borî de, li Viyanayê danûstandinên Îranê yên li gel welatên 4+1 bi dawî bû.

Îran ji encama danûstandinan razî bû.

Lê, welatên Ewropa ragihandin ku ji bo serkeftina danûstandina ti garantî nîne.

Back to top button