Li Idlib û Dêrazorê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundên başûrê Idlibê, sê leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, li rojhilatê Dêrazorê jî çar endamên girêdayî hikumetê birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi moşekan êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya El-Fatatra ya li gundewarê başûrê Idlibê kirin.

Di êrîşê de 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, duh hêzên hikumetê deverên çeteyên Tirk yên li gundewarê başûrê Idlibê û yên li sehil El-Xab a li gundewarê Bakur rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, di teqîna mayîneke ku çeteyên DAIŞ’ê çandibûn, çar endamên hêzên girêdayî hikumeta Şamê birîndar bûn.

Çavdêriyê duh ragihandibû ku li çolistana Reqayê 3 endamên girêdayî hikumetê bi mayîneke çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button