Komara Kongo ya Demokratîk..Volkana teqiya gihişt nava bajarê Gomayê

Li bajarê Goma yê li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk, lava ji devê volkan herikî, gihîşt taxên li derdora bajêr.

Berpirsyarekî Parka Neteweyî ya Vîrûngayê ku volkan lê ye, diyar kir ku volkan roja Şemiyê teqiya û lav ber bi aliyê bakur rojhilat ve herikî, lê beşek jê jî herikî nava bajarê Gomayê.

Rayedar ragihand ku lav gihîştiye balafirgehê û wê bigihêje heta gola Kivû.

Balafirgeh li bakur rojhilatê welêt e û di navbera sînorê Rûanda û gundê Kîvû ye.

Ji ber herikîna lavê ji devê volkan, şêniyên li herêmê ketin nava panîkê.

Li beşeke mezin a bajêr elektrîk qut bû.

Bi hezaran kesî bi peyatî, motorsîkletê yan jî bi wesayitan derbasî Rûandayê bûn.

Derdora 3 hezar û 500 kes ji ber metirsiya volkanê ji cihê xwe derketin.

Teqîna mezin a herî dawî ya volkanê Nyrangongo 17’ê Çileya 2002’an pêk hatibû, zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî teqînê rojhilatê bajarê Gomayê tijî lav bûbû.

Back to top button