Li navçeya Raco ya Efrînê çeteyan êrîşê 4 sivîlan kirin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk êrîşî 4 sivîlên ji navçeya Raco kir û berhemên pelên reza yên Efrîniyan jî didizin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî şêniyekî ji gundê Gewanda yê navçeya Raco kir.

Hat ragihand ku ji ber hevjîna şêniyê bi navê Şerîf Qenber nehişt ku çeta pez li nava rezê wan biçêrîne, çeteyan êrîşî sivîlê 50 salî kir û bi giranî lê dan.

Li gundê Eltaniya ya navçeya Raco jî, çeteyan êrîşî sê ciwanên bi navê Gîvara, Arif û Mistefa kir û gefên kuştinê li wan xwarin.

Ji ber ciwanan rê ne dan ku çete pez di nav zeviyên şêniyan de biçêrîninin, çeteyan êrişî her sê ciwanên Kurd kirin.

Li navçeya Raco û Mabata çete pelên rezan didizin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî diyar kir li heman navçeyê, çeteyan berhemê pelên rezan yên baxçeyê şêniyê bi navê Mihemed Şukirî yê ji bajaroka Raco dizîn.

Li navçeya Mabata jî çeteyan berhemê pelên rezan yên şêniyê bi navê Mistefa Xelîl dizîn.

Back to top button