YÊN CIHADÊ DIKIN ŞERVANÊ Û PÊŞMERGE NE

Oldarên Başûrê kurdistanê derbarê serkeftinên şervanên QSD’ê û melayên ku şervanên Kurd wekî terorîst binav dikin axvîn.
Melayan gotin;
Hinek dixwazin xwîna me helal bikin, welatê me talan û dagir bikin.
Di vê li hemberî van kesan gelê me hişyar bin.

Hinek kesên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji bir kirine dixwazin serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyan reş bikin.

Li Hewlêrê Melayê Mizgefta Hacî Cemal a li Hewlêrê Mela Seîd Ehmed ê îdîa kir ku şervanên QSD’ê li Baxozê sivîl kuştine.

Endamê Kongireya Îslama Demokratîk Mela Saman û Rêvebirê Kongireya Îslamiya Demokratîk li Başûrê Kurdistan Mela Nadir Têkildarî li dijî vê gotinê bertek nîşan dan.

Mela Saman Sengawî got;

Yên dibin sedemê komkujiyan, kuştina jin û zarokan ew komên terorîst yên wekî DAIŞ û hem fikrên van melayan tê.

Ew dixwazin xwîna me helal bikin û welatê me talan û dagir bikin.

Mela Nadir jî li ser heman mijarê wiha got:

Serkeftinên gelê Kurd ya li Baxozê li tevayî civak, oldarên rasteqîne pîroz dikim.

Hinek kirêgirtî û bi navê ol bi zimanê Kurdî destxweşî û pîrozbahiyê li dijminê gelê me dikin.

Di vê Muslumanên rasteqîn ji wan kesên ku dijminê gelê me ne û zilma li zarokên me tê kirin nabînin û şervanên me bi terorîst bi navdikin, hişyartir bin.

Leave a Reply

Back to top button