Artêşa Tirk navçeya Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe dîsa gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê kir armanc.

Duh êvarê gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî bi çekên giran; ji aliyê dagirkeran ve hat topbarankirin.

Artêşa dagirker bi awayekî bêserûber sivîlên li gundê Benê kir armanc.

Heta derengiya şevê topbaranê artêşa dagirker li ser herêmê domiya lê derbarê encamê êrîşa artêşa dagirkere de tu agahî nehatiye bidestxistin.

Back to top button