Li Tebqayê ji bo parastina mewsima çandiniyê tîmên agirkujê hatin erkdarkirin

Tîma agirkujiyê ya bajarê Tebqayê ji bo parastina hilberînên çandiniya îsal ji şewatê tedbîr girtin û nuqteyên xwe li seranserî herêmê belav kirin.

Ji bo parastina ji şewatê, gerînendeya agirkujiyê ya li Tebqayê, erebeyên agirkujiyê li ser gelek nuqteyên mayinde û demkî yên gundewarên bakurê rojhilatê bajêr belav kirin.

Taybet li seranserî zeviyên çandiniyê yên avî hatin bicihkirin, ku bi rêya ava Firatê yan jî bîran tên avdan.

Tîman ji bo karê xwe; alavên taybet, erebe û xeteke awarte ku 24 saetan bixebite dan veqetandin.

Berpirsê gerînendeyê Îsmaîl El-Mebrûk diyar kir ku tevî amadekariyan jî, wan têkilî bi xwediyên sehrîcên avê re daniye da di bûyerên şewatê de alîkar bin.

Back to top button