Peymana navbera Îran û Ajansa Atomî ya navdewletî roja şemiyê bi dawî bû

Serokê perlemena Îranê Mihemed Baqir Qalîf duh ragihand dema çavdêriya navdewletî ya li ser çekên nuklerî yên Îranê roja şemiyê bi dawî bû.

Mihemed Baqir Qalîf li ser televizyona fermî ya Îranî da zanîn ku ne ji mafê hevpeymana navdewletî ye piştî bidawîbûna sê mehên peymanê, wêneyan ji navenda nuklerî ya Îranê bigire.

Li aliyekî din, televizyona Îranê û li ser zimanê berpirsekî ku navê xwe aşkere nekir diyar kir ku peymana nuklerî dibe meheke din bi wekaleta navdewletî re were nûkirin.

Her wiha hin diplomatên Awuropî jî têkildarê mijarê desnîşan kirin ger peymana nûklerî ya bi Îranê re neyê nûkirin wê encamên neyînî bi xwe re bîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seyîd Xetîb Zade îroj di konfiranseke çapemeniyê de raghand ku wê îroj biryara Îranê ya derbarê lihevkirina bi Ajansa Atomî re were girtin û raghandin.

Back to top button