MURAT KARAYILAN: BERXWEDANA LEYLA Û NASIRAN MIZGÎNIYA AZADIYÊ DIDE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK`ê Murat Karayilan Hefteya Lehengiyê , berxwedana grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî nirxandin.
Karayilan got:
“Ruhê berxwedanê ku di şexsê Leyla û Nasiran de tê nîşandan, mizgîniyê dide ku ev têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve.”

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan li ser hefteya lehengiyê, çalakiyên greva birçîbûnê û hilbijartina herêmî ya li tirkiyê ji kanala Medya Haberê re axivî.

Murat Karayilan di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven didome û got:

“Berxwedan veguheriye pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’. Bi nêzîkbûna Hefteya Lehengiyê re vê berxwedana mezin di şexsê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar de lehengên nû afirand. Bi vî rengî ev pêngava berxwedanê hîn bi wate bû. Veguherî pêngavekê ku bi fedayîbûnê geş bûye. Lewma ji niha ve bingeh ji serketinê re afirandiye.”

Karayilan bal kişand ser hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û ev tişt anî ziman;

“Erdogan û Bahçelî dîtin ku sîstema wan a dîktatorî wê bi vê hilbijartinê re bikevin. Lewma ketine nava tirs û fikarê. Ev pêvajo ji xwe re kirine pêvajona man û nemanê. Bi vê armancê pîvanên exlaqî hemû binpê kirin.

Karayilan tifaqa AKP-MHP’ê destnişan kir û anî ziman ku Erdogan di her mîtîngê de bi vê tifaqê gefan li gel kurd dixwe.

” Dengdana ji bo wan dengdana hevkariya li komkujiyê ye. Mirovên xwedî dîn û wijdan divê nebin hevparê vî sûcî. Bi rengekî vekirî û fermî dibêjin; em ê şer bikin, em ê êrîşî Rojava bikin, em ê êrîşî Başûrê Kurdistanê bikin. Ji xwe ji bo şer bikin deng dixwazin.”

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku divê ti Botanî, Kurdistanî, demokratên Tirkiyê deng nedin ve itifaqa kujer.

Leave a Reply

Back to top button