Misirê komîteya navdewletî ya jinûve avakirina Xezayê eşkere kir

Şandeya Misrî berî ku ji Xezayê derkeve, alîkariyên darayî yên jinûve avakirina bajêr digel rayedaran nîqaş kirin.

Li gorî Ajansa El-Erebiyê, şandeyê avakirina komîteyeke navdewletî bo birêvebirina jinûveavakirina Xezayê eşkere kiriye û hemû pereyên vê pêvajoyê dê di destê desthilata Filistînî de bin.

Wezîrê Parastina Israîlî Benny Gantz da zanîn ew digel Misrê li ser misogeriya gihaştina madeyên jinûveavakirinê bo Xezayê kar dikin û dê nehêlin bikevin destê Hemasê.

Amerîka: Em ê di rêya Filistînê re beşdarî jinûveavakirina xezayê bibin

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve ya Amerîkayê Anthony Blinken got ku ew ê di rêya hikûmeta Filistînî û desteyên serbixwe re beşdarî jinûveavakirina Xezayê bibin.

Berpirsekî ewlehiyê yê Israîlî diyar kir ku ew ê di çi derfetê de be, fermandarê giştî yê Tabûrên El-Qesam bikujin.

Herçend agirbest navbera Filistîn û Israîlê hatibe ragihand, hêj gef û metirsiya vegera şer û pevçûnan heye.

Back to top button