“Guhartina demografî li Bakurê Sûriyê ji bo berjewendiyên Enqera û Şamê ye”

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê di bûyerên guhertina demografiya herêmên Sûriyê de,hevkarin.

Ehmed El-Yûsif got:

” Dewleta Tirk Guhertina demografîk pêk anî da ku nasnameya rast a bakurê Sûriyê biguherîne.

Rejîma Sûriyê jî yek ji sîstemên dîktator ji vê jî dixwaze berjwendiyên xwe pêk bînin,ji ber vê yekê li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng e û gelek caran jî ji bo guhertina demografîk hevkariyê dik.”

Ehmed El-Yûsif destnîşan kir ku gelê Sûriyê li dijî vê guhertina demografiyê ne,êdî helwestên xwe jî didin nîşan dan ku naxwezên ji mal û cihên xwe resen koçber bibin.

Ehmed El-Yûsif di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van sûc xwedî hewlest bin.

Di vê heftê de hikumeta Şamê, bi hevkariya Tirkiyê, nêzî 150 kesê ji gundê Um Batna ya parêzgeha Quneytra ber bi bajarê Babê ve da koçberkirin.

Back to top button