Polîsên dewleta Tirk li heft bajaran operasyonên qirkirina siyasî ya hemwext pêk anîn û herî kêm 49 kes binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk vê sibê li dijî siyasetmedarên kurd operasyonek hemwext pêk anîn û li bajarên Amed, Êlih, Dêrsim, Şirnex, Edene, Stenbol û Antalyayê bi ser gelek malan de girt.
Di vê operasyonê de, Rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 49 kes hatin binçavkirin.
Kesên bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ birin Rêveberiyê Ewlekariyê ya Bajêr a Edeneyê.
Li gorî lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî ji bo 34 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.
Ji ber vê lêpirsînê li Amed û navçeyên wê Pasûr û Farqînê, li Stenbol, Êlih û Antalyayê jî di serdegirtina malan de 29 kes hatin binçavkirin..
Di nav kesên hatin binçavkirin de Kadrî Atli yê 81 salî jî heye.