Ertugrul Kurkçu: Rejîma Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe

Parlementerê HDP’ê yê berê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku rejîma Tayyîp Erdogan ber bi tunebûnê ve diçe.

Ertugrul Kurkçu, derbarê Doza Kobanê ku heta 14 ‘ê Hezîranê hat paşvexistin û têkiliyên mafya-dewlet-siyasetê ji ajansa Hawarê re axivî.

Kurkçu Doza Kobanê weke “tolhildana DAIŞ’ê” bi nav kir û got:

“Sebahat Tuncel di parastina xwe de ev yek bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Ji bo berevajîkirina rastiyan hewldaneke mezin heye.”

Ertugrul Kurkçu diyar kir ku bi Doza Kobanê re dewleta Tirk dixwaze HDP’ê asteng bike ku nekeve hilbijartinan, ji ber vê jî darizandinek bi rastî pêk nayê.

Parlementerê HDP’ê yê berê Ertugrul Kurkçu li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî balkişand li ser tifaqa gelan û got:

“Divê di navbera gelan de yekitî, tifaq, hevparî pêk were.

Heta ku em bi Kurdan re hevkar nebin, ne pêkan e ku em pêşeroja zarokên xwe ji destê Tayîp Erdogan, Bahçelî û çeteyên wan rizgar bikin.

Lewma pêşeroj û çarenûsa Tirkiyê bi doza azadiyê ya Kurd re girêdayî ye.”

Back to top button