HPG: Li Zap, Avaşîn û Besta 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li bakur û başûrê Kurdistanê bi çalakiyan derban li artêşa Tirk ya dagirker didin. HPG’ê ragihand li herêmên Avaşîn, Zap û Bestayê di encama çalakiyan de 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 5’ê Nîsanê li herêma Bestayê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê ku cerdevan û kontra jî beşdar bûn hate destpêkirin û wiha got,

“Di vê operasyonê de serê sibehê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir. Vî şerî 2 rojan dewam kir û gelek dagirker hatin kuştin. Di vî şerî de hevrêyê me Ozgur Gabar ku bi giranî birîndar bû, ji ser hişê xwe çû û dîl kete destê dijmin. Di şer de hevrêyên me Dîlan, Hêvî û Tolhildan du rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan û şehîd bûn.”

HPG’ê diyar kir Dewleta Tirk, tevî ku Ozgur Gabar bi giranî birîndar bû, bi rêk û pêk êşkence lê kir û poşmaniyê lê ferz dike û heta niha ti encam bi dest nexistiye û got,

“Êşkencekirina dîlgirtiyekî şer ê birîndar li pêşberî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê sûcekî giran e. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere vî sûcî dike”

HPG’ê diyar kir 8’ê Nîsanê operasyona Bestayê hate berfirehkirin û komek gerîla li dijî artêşa Tirk bi rengekî destanî li ber xwe dan û gelek leşker hatin kuştin.

Hat diyar kirin di vî şerî de ku heta êvarê dewam kir gerîlayên bi navê Nûjîn, Mizgîn, Hebûn, Ezda û Firat şehîd bûn.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest.

Her wiha HPG’ê diyar kir gerîlayên YJA Starê 13’ê Gulanê li herêma Bestayê li dijî leşkerên TIrk çalakiyeke sabotajê li dar xistin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 23’ê Gulanê li herêma Zapê li dijî leşkerên Tirk bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

Hat diyarkirin di vê çalakiyê de leşkerekî Tirk hat kuştin.

HPG’ê diyar kir 23 û 24’ê Gulanê helikopter û balafirên şer yên dewleta Tirk Girê Zendûra û qada Derarê yên bi ser herêma Metîna bombebaran kirin.

Back to top button