Desteya Mafê Mirovan a Iraqê: Desthilata Başûrê Kurdistanê bazirganiya siyasî bi koçberan dike

Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Ebdilkerîm El-Şemerî diyar kir ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bazirganiya siyasî bi koçberên li nava kempan de dike.

Elî Ebdilkerîm El-Şemerî da zanîn ji bo ku desthilata Başûrê Kurdistanê di hilbijartinên Iraqê de dengên koçberên li wargehan ji xwe re bikar bîne, rê li ber vegera wan digire.

El-Şemerî têkildarî koçberên Şengalê jî da xuyakirin Şengalî tenê dikarin dengê xwe bi kar bînin û hejmara wan 80-100 hezar deng e, eger ev deng ji bo Şengalê biçin, gelê Şengalê dikare 3 kursiyan li parlamentoya Iraqê bi dest bixe.

El Şemerî got ku gelê hemedaniyê jî niha koçber e, dengên wan bi qasî 3 kursiyan digire.

El-Şemerî hilbijartinên sala 2018’an bîbîr xist ku 5 kursî ji dengên koçberan hatin bidestxistin.

Back to top button