Koçberên kampa Girê Spî dixwazin çareyek ji pirsgirêka avê re bê dîtin

Li kampa koçberên Girê Spî ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, krîzeke mezin a ava vexwarinê heye.
Koçberên li kampê bang li aliyên peywendîdar kirin ku ji pirsgirêka avê re çareyekê bibînin.

Dewleta Tirk ji zêdetirî 3 mehan ve para Sûriyê ji ava çemê Firatê qut kiriye.

Qurkirina ava çem bandoreke neynî li tevahî jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.

Bi qutkirina avê re saetên xebitandina pompeya Refi ya Til Semin a li gundewarê Reqayê jî kêm bûn.

Vê yekê jî bandor li xebitandina pompeyê ku avê dide kampa koçberên Girê Spî jî kir.

Pompe di her 48 saetan de, tenê 4 saetan ji bo dabînkirina ava vexwarinê tê xebitandin.

Lê bi hatina havînê re ev yek têra dabînkirina ava vexwarinê ya ji bo kampê nake.

Ji ber vê rewşê koçberên kampê zehmetiyan dikşînin û nerazîbûnên xwe anî ziman.

Koçberê bi navê Ebdurehman El-Hemed diyar kir ku hemû koçber zehmetiya krîza ava vexwarinê dikişînin û got,

”Eger ev rewş bi vî rengî bimîne, dê nikarin li kampê bimînin”.

Ebdulrehman anî ziman ku dewleta Tirk ew ji warê wan koçber kirine, ev yek têrê nekir û niha bi qutkirina avê şerê wan dike

Koçbera bi navê Şêrîn Hiso bang li aliyên peywendîdar kir ku ava vexwarinê ji wan re dabîn bikin.

Rêveberiya kampê ji ber derfetên kêm nikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Li kampê 3 hezar û 530 koçberên ji Girê Spî û gundewarên wê yên ji ber êrişên dewleta Tirk koçber bûne, dimînin.

Back to top button