Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin

Rêveberê mafya Tirkiyê Sedat Peker kuştin û hovîtiya dewleta Tirk li Kurdistanê eşkere kir. Baroyên Amed û Îzmîrê jî giliyê Peker, Soylû û Agar kirin

Baroyên Amedê û Îzmîrê, derbarê daxuyaniyên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker ên li ser Youtubê de daxuyaniyen nivîskî dan.

Her dû baroyan jî bi awayekî berfireh cih dan bûyerên faîlên meçhûl ên salên 1990’î û bi daxwaza ku li ser daxuyaniyên Peker lêpîrsîneke baş bê kirin.

Ji ber vê yekê jî baroyan, giliyê Sedat Peker û kesên mîna Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Tolga Agar, Erkan Yildirim ku Peker kirin.

Rêveberê mafyayên Tirkiyê li wê yekê mikur hatibû ku çawa kesên Kurd kirine armanc û kuştine.

Sedema kuştinê jî bi daxwaza dewletê ve dide girêdan.

Piştî di navbera Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Sedat Peker de alozî derket, Peker ji Tirkiyê bazda û bi vîdeoyan qirêjiya faşîzma AKP’ê dibêje.

Back to top button