Navenda Belgekirinê: Bi hezaran malbatên çeteyan li herêmên dagirkirî bi cih bûne

Dewleta Tirk a dagirker tevî sûc û hovîtiyên ku rojane li Efrînê û herêmên din yên dagirkirî dike lez daye guhertina demografyayê jî.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakurê Sûriyê eşekre kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûrî wergehan ava dike û çeteyên xwe lê bi cih dike. Hat gotin heta niha bi hezaran malbatên çeteyan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine bi cih kirin.

Di çarçoviya guhertina demografiya Efrînê, dewleta Tirk bi riya çete û rêxsitinên girêdayî xwe ev plan hewil dide, pêk bîne.

Navenda belgekirian binpêkirinan li bakurê Sûriyê di rapoeke xwe de ragihand ku armanca dewleta Trik ji van planan koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina çeteyên xwe ye.

Dagirkeriya Tirk di vê planê de hewil dide kemberek ji wargehên niştecihkirinê li ser sînorê xwe ya ku şêniyên Kurd û yên din bi cih dibin, ava bike.

Navendê diyar kir ku dagirkeran bi hezaran ji malabtên çeteyan li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê li şûna milyoneke sivîl yên li herêmên Bakur û rojhilatê Sûrî koçberbûne, bi cih kirin.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk dest bi plana avakirina wargehan kir.

Televezyoneke girêdayî hikumeta Tirkiyê ragihandibû ku dewleta Tirk di planeneke xwe de dê bi 27 milyar Dolar wargehên nîştecihê li bakurê Sûriyê yên dagirkirî ava bike.

Li gorî plana dagirkeriyê, li bakurê Sûriyê 10 wargeh di her wrgehekê de 30 hezar kes tê de dihewîne, dê ava bike.

Her wiha derdor 140 gund ku her gundekî nêzî 5 hezar dê lê bicih bike, wê ava bike

Niha dewleta Tirk plana guhartina demografî li Efrîn û herêmên dagirkirî bi riya rêxistin û komeleyên girêdayî xwe pêk tîne.

Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebidrehman ji televezoyna me re beriya niha ragihandibû ku tenê li Efrînê, dewleta Trik 30 wargehên niştecihkirinê ava dike.

Back to top button