Şandeyeke KNK’ê serdana Yekîtiya Parlamenteran a Başûrê Kurdistanê kir

Şandeyeke KNK’ê serdana Yekîtiya Parlamenteran a Başûrê Kurdistanê kir û li ser kar û xebatên hevbeş nîqaşkirin.

Şandeyeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad serdana Yekîtiya Parlamenteran a Başûrê Kurdistanê kir.

Şande bi endam û rêveberên Yekîtiya Parlamenteran re civiyan.

Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kerîm Behrî diyar kir ku helwesta wan û ya KNK’ê nêzî hev e û ew ê bi hev re hewl bidin pirsgirêkên navbera aliyên siyasî yên Kurd çareser bikin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî anî ziman ku bi Yekîtiya Parlamenteran re ezmûnek wan ya dema borî heye û dixwazin karên baştir bikin.

Zeyneb Murad: Em ê ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd bixebitin

Zeyneb Murad diyar kir ku ew ê ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd hemû hewldanan bikin.

Back to top button