Lavrov Tirkiye li ser piştevaniya ji bo Ukrayna hişyar kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov Tirkiye li ser hevkariya leşkerî ya bi Ukraynayê re hişyar kir û got:
Em pêşniyar dikin ku Tirkiye dest ji hewildanên tevgerên sorkirina Ukrayan li dijî Moskow berde.

Sergey Lavrov ji rojnameya Argumenty i Fakty re li ser mijarê axivî.

Li gorî nûçeya ku ajansa Reutersê agahiyên xwe spartî rojnameya navê xwe derbas bûyî, Tirkiye li dijî hevkariya leşkerî ya bi Ukrayna re hişyar kiriye.

Lavrov anî ziman ku piştgirîdayîna gavên ‘êrişker’ yên Ukrayna li Kirimê ya girêdayî Rûsiyayê. gihiştiye wê astê ku yekîtîya herêmî ya Rûsya derbas bike.

Lavrov daxwaz ji Enqerê kir ku gava xwe li gorî fikrên Moskowa bi avêje.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Em pêniyar dikin ku hevkarên meyên Tirkiyê rewşê bi hûrgulî analîz bikin û gavên ku Kîevê di warê leşkerî de sor û wê bişewitîne rawestînin.”

Back to top button