Kiriyarên dewleta Tirk li Şehbayê hat şermezarkirin

Li dijî guhertina demografî ya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê, nerazîbûn zêde dibin..
Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyan ya Efrînê guhertîna demografîk ya Efrînê şermezar kir.
Xelkê Şengalê jî dan zanîn ku ew ê kiriyarên li Efrînê qebûl nekin û piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re nîşan dan.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna ku dagir kiriye guhertina demografîk pêk tîne.

Desteya Rêveber a Xwecihî û Şaredariyan ya Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên Tirkiyê şermezar kir.

Desteyê da zanîn ku guhertina demografî li Efrînê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen pêk tê.

Her wiha destnîşan kir ku ev yek bi destekdayîna Kiwêt û Qeterê tê kirin.

Şengalî: Em kiryarên dagirkeriyê li Efrînê qebûl nakin

Têkildarî heman mijarê şêniyên Şengalê jî axivîn û ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kirin.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Salih diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê û bi taybet li gundê Êzidiyan guhertina demografî pêk tîne.

Ev jî bi armanca tunekirina hebûna Êzidiyan tê kirin.

Salih berxwedana Efrîniyan pîroz kir û piştgiriya xwe ya bi wan re teqez kir.

Şengaliyê bi navê Revo Hesen jî da zanîn ku ew ti carî kiriyarên dewleta Tirk li dijî Efrîniyan qebûl nekin.

Revo Hesen bang li dewletên Cîhanê kir ku li dijî kiriyarên Erdogan ji bêdengiya xwe derkevin.

Back to top button