PANTAGON RAYEDAREKÎ NÛ JI FERMANDARIYA NAVENDÎ RE DIYAR KIR

Wezareta Parastinê ya Emerîka Pantagonê rayedarekî din ji bo Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir.

General Frank Mackenzie duh berpirsyartiya Fermandariya Navendî ya Amerîkî ya serperiştiya xebatên leşkerî ji bo Amerîkayê li gelek welatan di nav de Sûriyê û Afganistanê ji heye dewir girt.

Di merasîma veguhestina berpirsyariyê de general Mackenzie soz da ku kar û xebata general Joseph Votel yê ji kar bi dûr ket, dewam bike.

Ji aliyê xwe ve Votel got:

Di dema têkçûyîna DAIŞê de û pêşketinên ku di danûstandinê aştiyê yên navbera Amerîka û Avganistanê de rû dane, hebûna Amerîka ya leşkerî li Sûriya û Avganistanê pir giring e.

Votel diyar kir ku dema çareserkirina alozî û nakokiyan hatiye.

Rast e ev tişt zû pêk nayên, lê eger em ji hevkarên xwe piştrast bin û baş têkiliyê bi wan re deyinin em ê bigihên aramncên xwe.

Leave a Reply

Back to top button