Malbatên Çeteyên ku ji Quneytira hatine li Efrînê tên bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografyaya Efrînê bi lez didomîne.
Dewleta Tirk, çeteyên ku ji herêma Quneytira anîne li herêma Efrînê bi cih dikin.
Çete li gundê El-Menecîr yê Serê Kaniyê jî malên şêniyên ku hatin koçberkirin talan û wêran dikin.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk plana guhartina demogarfiyê bi şêwazên curbicur pêk tîne.

Di vê derbarê de Rêxsitina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku dewleta Tirk çeteyên ku hikumeta Şamê ji gundewarê Quneytira koçberkirine li Efrînê bi cih dikin.

Çeteyan li taxa Eşrefiyê ya Efrînê, çeteyê bi navê Beşar tevî malbata wî li mala sivîlekî kurd yê ku hatiye koçberkirin, bi cih kir.

Li gorî Rêxitinê, hin malbatên çeteyan yên ji gundê Um Batna yê Quneytira hatine, dê li gundên Basûfanê û Şadêra yên Êzîdî bên bicihkirin.

21’ê vê mehê, di lihevkirineke di navbera hikûmeta Şamê û Rûsipiyên heremê de 30 çete tevî malbatên wan yên ji gundê Um Batna yê li gundewrê Quneytira koçberî herêmên dagirkirî kirin.

Çeteyên artêşa Tirk malên gundê El-Menecîr talan û wêran dikin

Li herêmên dagirkirî jî, çeteyên girêdayî artêşa Tirk malên şêniyên ku hatine koçberkirin wêran û talan dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan ji bo dizîna paxir û hesinan, malên şêniyên gundê El-Menecîr yê girêdayî Serê Kaniyê wêran dikin.

Back to top button