Li dehan bajarên Iraqê gel li dijî hikumetê xwepêşandan lidar xistin

Xwepêşandanên li Bexda û bajarên din yên Iraqê her ku diçe berfireh dibin.
Serokwezîrê Iraqê xwest xwepêşander werin parastin, hêzên ewlekariyê jî ragihandin ku derdora qada Tehrîr wan 4 kesê biçek binçav kirine.

Kuştina çalakvan Îhab Weznî li Iraqê rê ji xwepêşandan û şoreşek nû ya li dijî hikumeta Kazimî re vekir.

Di serî de li paytext Bexda û gelek bajarên din yên Iraqê bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza hilweşîna hikumetê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Misefa Kazimî fermana parastina xwepêşanderan da hêzên ewlekariyê.

Kazimî xwest ji bo parastina xwepêşanderan tedbîrên tûnd werin girtin.

Li aliyek din Şaneya Şer ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 4 kesên li qada Tehrîr ya Bexdayê çek pêre bû binçavkirine.

Li Kerbelayê 8’ê Gulanê Îhab Weznî li ber deriyê mala xwe ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Kuştina wî bûbû sedema nerazîbûnan.

Li Iraqê di Mijdara 2019’an de jî xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Di wan xwepêşandanan de nêzî 600 kes hatin kuştin, bi dehan hatin revandin û bi hezaran birîndar bûn.

Back to top button