ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 129’AN DE DIDOME

Li başûrê kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê ev 129 rojin didome.
Çalakvanên Germiyanê serkeftina şervanên QSD’ê pîroz kirin û gotin çalakiya wan berdewama şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ji bo çalakgerên li Başûrê Kurdistanê nameyek şandin û berxwedana wan silav kirin.

Li başûrê kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê ev 129 rojin didome.

Çalakiya ku li başûr bi pêşnegtiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz despêkirî di roja 129’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê a Hewlêrê Muzeyen Guneş li ser rewşa tenduristiya Yagiz axivî û got:

Rewşa Nasir Yagiz qonaxa dawî jî derbaz kiriye.

Ser êş, pirsgirêka çav, kuxîn û hinek nexweşiyên din li Nasir çêbûne.

Guneş eşkere kir ku rewşa heval Nasir di xetetriyê deye û dixtor jî dibêjin ew êdî nikarin tiştek bikin.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî ya bêdem û bêdorveger ku di 21’ê Çile de hatibû destpêkirin jî di roja 69’an de ye.

Her wiha çalakvanên greva birçîbûnê yên Germiyanê serkeftina şervanên QSD’ê pîroz kirin û gotin çalakiya wan dewama şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.

Çalakvanan bang li herkesê kir daku bi ruhê serkeftina Rojava yekitiya xwe çêbikin û li dijî tecrîdê çalakiyan berfireh bikin.

Çalakiya Herêm Mehmûd 34,

Şeyma Ednan 27 û çalakiya Gulebax Celal jî ket roja 13 rojin li dare.

GERÎLAYAN NAMEYEK BIŞTGIRIYÊ JI ÇALAKGERÊN BAŞÛR RE ŞANDIN

Li aliyekî din gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ji çiyayên azad ên Kurdistanê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê nameyek şandin.

Gerîlayan di nameya xwe de wiha gotin:

Em wek gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê rêz, silav û heskirinên xwe ji bo we dişînin.

Ev çalakiya we dilê me germ dike û ji bo me hêviye.

Hevalên hêja, Heval Nasir, Şeyma, Herêm, Gulebax û Fatma Ehmed… ew erkê ku we di vê demê de xistî ser milê xwe erkekî netewî, wijdanî û exlaqî yê her take kesekî Kurde.

Carek din em berxwedana we silav dikîn.

Piştrastbin ku wê çalakiya we bi ser bikeve.

Leave a Reply

Back to top button