Şandeyeke Fransa îro serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hevdîtin bi nûnerên Rêvebriya Xweser re kir.
Şandeya ku ji serokê Weqfa Daniel Mitterand Jeremie Chomette, Jêrêmî Şomêt
berpirsa şopandina karûbarên Rojhilata Navîn a li Meclisa Parîsê Maro û du endamên din ên weqa Daniel Mitterand pêk tê,
ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer û cîgirên wî ve hatin pêşwazşkirin.
Di hevdîtinêde, rewşa herêmê bi giştî û girngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûrî de hate nîqaşkirin.
Têkildarê girtiyên Daiş û zarokên wan ên di kampan de, hat gotin ku divê civaka navnetewî bi berpirsyariyên xwe rabe û zarokên Daiş’iyan vegerîne welatên wan.