Li Idlib û Helebê derverên çeteyên Tirkiyê hatin topbarankirin

Li Idlib û Helebê, hêzên hikumeta Şamê cih û deverên çeteyên Trikiyê topbaran kirin. Li parêzgeha Derayê jî 4 endamên feyleqa 5’an hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku îro hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarê Rojavayê Helebê û yên li Cebel El-Zewiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Duh jî hêzên hikumetê deverên çeteyên Tirk yên Rojavayê Hemayê û Girên El-Kebanê yên li çiyayê El-Ekrad yê li başûrî Laziqiyê topbaran kirin

Li Derayê 4 endamên Feyleqa 5’an ya girêdayî Rûsya hatin kuştin

Li parêzgeha Derayê ya di di bin serweriya Hikumeta Şamê de ye ne aramî serwer e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li bajaroka Seyda yê Derayê du endamên Feyleqa 5’an a bi ser Rûsyayê ji hêla kesên ne nas hatin kuştin.

Duh li heman bajarokê jî, du endamên Feyleqa 5’an hatin kuştin.

Back to top button