Weqfa Jina Azad a Sûriyê dê di demeke nêz de nexweşxaneyê veke

Ev nêzî salekê ye Weqfa Jina Azad a Sûriyê amadekariyên vekirina nexweşxaneya bi navê Arî li taxa Qenat El- Siwês a bajarê Qamişlo dike. Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad Melîke Hesaf armanca vekirina wê anî ziman ku ew dixwazin alîkariya jin, zarok û şêniyan bikin. 

Weqfa Jina Azad a Sûriyê ne tenê projeyên aborî weke dirûnxane, çandinî û firoşgehan bi pêş xistiye, di heman demê de projeyên mîna vekirina nexweşxane û kilînkên gerok di nav bajaran de vekiriye.

Weqf ev nêzî salekê ye li ser projeya vekirina nexweşxaneyekê xebatên xwe dide meşandin.

Ev nexweşxane wê li taxa Qenat El- Siwês a bajarê Qamişlo di demeke nêz de deriyê xwe ji bo xizmeta jin, zarok û tevahî şêniyan veke.

Amadekariyên vekirina nexweşxaneya Arî ber bi dawiyê ve diçe, di nav nexweşxaneyê de dê gelek beşên kilînkan ji bo dermankirina jin û zarokan hebin.

Girêdayî mijarê Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê Melîke Hesaf axivî.

Melîke li ser amadekariyên avakirina nexweşxaneyê ev agahî dan.

Melîke Hesaf: Nêzî 15 klînk di nexweşxaneyê de hatine amadekirin

Melîke Hesaf da zanîn ku di nav nexweşxaneyê de nêzî 15 klînkên ji nexweşiyên cuda hatine amadekirin.

Rêvebera beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyê Melîke Hesaf di dawiyê de diyar kir ku bi van projeyan ew ê civakeke bi tendurist û xwedî aboriyeke xurt ava bikin.

Back to top button